Agir bi kampa koçberên Êzîdî a Erbet ya li Silêmaniyê ket

Agir bi kampa koçberên Êzîdî ya li kampa Erbetê a bi ser Silêmaniyê ve ket.

Li gorî nûçeyên ROJNEWS’ê agir bi Kampa Erbetê ket lê piştî gihaştina tîmên agirkuj agir hate kontrol kirin.

Hate ragihandin ku tenê zirarên madî çêbûn.

Beriya niha jî agir bi waregeha Şariya ya Dihokê ket ku koçberên Şengalê lê diman ew şewat bû sedema ku 400 kon bi şewitin û 6 kes jî birîndar bibin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê MXDŞ’e banga welatiyên Êzidî kiribû ku vegerin warê xwe.

Back to top button