CEMAL EBÛ CÛMA: PIŞTÎ TÊKÇÛNA DAIŞ’Ê, DEWLETA TIRK ÊRÎŞÊN XWE ZÊDE KIRIN

Fermandarê Meclisa Leşkerî yê Babê Cemal Ebû Cûma diyar kir ku piştî têkçûna DAIŞ’ê dewleta tirk û çeteyên wê êrîşên xwe li ser gundên Babê yên rizgarkirî zêde kirine.

Fermandarê Meclisa Leşkerî yê Babê Cemal Ebû Cûma diyar kir ku armanca Tirkiyê ji van êrîşan aktîvkirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê û çeteyên xwe ye û got:

Piraniya sûcên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi destê şaneyên veşartî yên Tirkiyê çêdibin û DAIŞ digire ser xwe.

Sûcê herî dawî hedefgirtina benda kontrolê ya Hêzên Erka Xweparastinê li Minbicê bû.

Çeteyên girêdayî Tirkiyê ev êrîş pêk anîn.”

Tirkiyê naxwaze gel bi serkeftina li dijî DAIŞ’ê kefxweş bibe.

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî yê Babê Cemal Ebû Cûma soz da şêniyên herêmên dagirkirî ku ew amade ne herêmên wan ji çete û dagirkeran rizgar bikin.

Leave a Reply

Back to top button