Rêveberiya Pêşxabûr nahêle birîndarên QSD’ê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin

Rêveberiya dergehê Sêmalka da zanîn ku Rêveberiya dergehê Pêşxabûr nahêle her kesê nêzî Rêveberiya Xweser e yan jî birîndarên QSD’ê, YPG û YPJ’ê derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. 

Têkildarî vê yekê, Rêveberiya dergehê Sêmalka daxuyaniyek da.Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Derbasbûna ji Başûrê Kurdistanê re li gorî nivîsandina forma tomarbûnê ye ku hêzên ewlekariyê PDK’ê ferz kiriye.

Li gorî naveroka wê divê welatî heta erêkirina derbasbûnê yan jî redkirinê 48 saetan bisekine.

Lê belê bersiv piştî hefteyekê yan jî 10 rojan tê.

Rêveberiyê diyar kir ku rêveberiya PDK’ê ya dergehê heta niha forma 106 kesên ku nêzê Rêveberiya xweser bi hinceta ewlehiyê red kirine û nahêlin ev kes biçin başûr,

Her wiha rêveberiya dergehê da zanîn ku kêleka astengkirina welatiyan rêveberiya dergeha PDK’ê nahêle birîndarên QSD’ê, YPJ, YPG’ê ku di şerê DAIŞ’ê de birîndar bibûn werin dermankirin.

Back to top button