Fermandarê Gerîla: Artêşa Tirk li pêşberî berxwedana gerîla têk diçe

Yek ji fermandarên gerîla Sîpan Rojhilat, derbarê berxwedana ku gerîla li herêma Avaşînê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nîşan dide, diyar kir ku dewleta Tirk a ku li pêşberî berxwedana gerîla têk diçe çekên kîmyawî, hemû cureyên teknîkê, kontra, cerdevan û çeteyan bikartîne.
Fermandar Rojhilat got, “Gerîla îradeya xwe wekî pola ye û wê di vî şerî de bi ser bikeve.”

Sê meh in dewleta Tirk ya dagirker êrîşî başûrê Kurdistanê dike.

Gerîlayên HPG’ê jî li dijî van êrîşan berxwedaneke dîrokî nîşan didin û derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Yek ji fermandarên HPG’ê Sîpan Rojhilat derbarê êrîşên dagirkeriyê û berxwedana gerîlayan de ji Stêrk TV re axivî.

Fermandar Rojhilat eşkere kir. armanca êrîşên dewleta Tirk, dagirkirina tevahiya herêmên parastinê yên medyayê ye û bi taybetî bal kişande li ser berxwedana herêma Avaşînê û got,

“Avaşîn herêmeke Zagrosê ye. Gelek zor û zehmetiyên vê herêmê hene. Gerîla ji bo ku çalakiyekê bikin bi rojan dimeşin.
Ji 23’ê Nîsanê û vir ve 3 meh in operasyon dewam dike. Encamên ku dewleta Tirk hêvî dikir, negirt.”

Fermandar Rojhilat bal kişande li ser berxwedana ku li qada Mamreşo hate kirin û destnîşan kir ku berxwedana 7 gerîlayên li vê qadê, rêve çûna êrîşên dagirkeriyê guhert û şikand.

Fermandar Rojhilat da zanîn niha bi heman rengî li qada Werxelê jî, berxwedaneke dîrokî heye û diyar kir dijmin bi mehane nikare bikeve çeperên şer yên li wê qadê û wiha dewam kir,

“Niha li Werxelê 40 roj in li hemberî dagirkeran li ber xwe didin. Her roj li dijî çeperên şer teqemenî û gazên kîmyewî bi kar tînin. Heta niha hevalan bi gavekê jî paşve neavêtine. Niha li Avaşînê berxwedaneke dîrokî heye.”

Fermandarê Gerîla Sîpan Rojhilat da zanîn artêşa Tirk a dagirker tevî hemû derfetên teknîkê, kontra, çete û cerdevanan jî bikartîne û diyar kir tevî vê jî encama ku dixwaze nikare bi dest bixe.

Fermandar Rojhilat bal kişande li ser girîngiya şerê tûnelan jî û anî ziman di vê pêvajoyê de tecrubeyên gelek girîng hatin bidestxistin.

Fermandar Rojhilat da zanîn ku hêz û wêrekiya artêşa Tirk a ku şer bike tune ye û got,

“Wê operasyona artêşa Tirk têk biçe. Ji ber ku tecrûbeyên gerîla her diçe zêde dibe. Gerîla hem li ser erdê û hem jî li bin erdê êdî profesyonel e. Di şerê tunelan de jî îradeyeke mezin a serketinê tê nîşandan. Mamreşo destpêk bû. Niha li qadên din jî em gihîştine asteke wisa ku em dikarin bi serkevin. Ji ber ku îradeya gerîla wekî pola ye û bi vî rengî şer dike.”

Back to top button