ÎRANÊ: HÊZÊN EMERÎKÎ LI ROJAVAYÊ ASYAYÊ KETIN LÎSTEYA ME YA TERORÊ

Piştî naskirina Feyleqa Pasdarên Şorşeger a Îranê ji aliyê Amerîkayê ve weke rêxistineke terorîst. Îran jî ji aliyê xwe ve hêzên Amerîkî xiste heman lîsteyê. 

Alîkarê wezîrê karê derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku konseya ewlehî ya netewî ya Îranê fermandariya hêzên Amerîkî li rojavayê Asyayê û hêzên bi ser wê ve weke rêxistineke terorîst nas kir.

Eraqçî di rêya televîzyona Îranî re axivî û got:

Ji niha û şûn ve, em nema hêzên Amerîkî weke hêzên fermî dibînin… û baregehên wê jî baregehine terorîst in.

Her wiha wê dan û standina me bi wan re were guhertin.

Eraqçî diyar kir ku wî di rêya sefîrê Swêsrî yê li Tehranê re nameyek zelal ji Amerîkayê re şand û got:

“eger ew Feyleqa Pasdaran weke rêxistineke terorîst nas bikin, wê bersiva me bilez û yekser were û çi tiştê li herêmê rû bide,wê Amerîka berpirsyartiya wê rake.

Leave a Reply

Back to top button