Li Hindistanê ji ber şemitîna erdê herî kêm 51 kes mirin

Li rojavayê Hindistanê, ji ber barana mûsonê erd şemitî û herî kêm 51 kes mirin.
Bi dehan kes jî winda ne.
Li Çînê, ji ber lehiyê herêmek di nava avê de ma.
Şêniyên herêmê bi rêya pireke li ser avê hatin veguhastin.
Li Erebîstana Siûdî jî rêyên bajarê Cîzanê ji ber baranê di bin lêhiyê de man.

Li eyaleta Maharashtrayê ku paytexta wê Bombay e, li navçeya Raîgadê roja Pêncşemê sê caran erd şemitî.

Li gorî rayedarên xwecihî 35-40 kes di binê axê de man.

Di her sê bûyeran de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber barana ku 24 saetan bênavber bariya, çemê Vashîshtî di ser re çû.

Li taxên Chîplûnê bi qasî 3.5 metreyî av bilind bû.

Dawiya hefteyê li bajarê Bombayê ji ber barana mûsonê dîwarek hilweşiya bû û di encamê de herî kêm 34 kes miribûn.

Li eyaleta Henanê ya Çînê veguhestina şêniyan didome

Li eyaleta Henanê ku bi nifûsa xwe ya ji 100 milyon kesî sêyemîn eyaleta herî mezin a Çînê ye.

Rojên dawî di asta rekorê de baran bariya û veguherî lehiya ji heriyê.

Li paytexta eyaletê li Cengcoûyê ku nifûsa xwe 10 milyon mirov e, metroyek di nava avê de ma.

Herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li vê eyaletê herî kêm 51 kes mirin.

Barana ku bi şev bêhtir bariya, li bakurê eyaletê bû sedema lehiyê.

Bajarê Xînxîang û derdora wê ku bi 90 kîlometreyî dûrî Cengcoû ye, têkiliya xwe bi cîhanê re qut bû.

Çemê Weî di ser re çû.

Her wiha qadeke berfireh a çandiniyê di nava avê de ma.

Li rojhilatê Çînê jî fikar ji tayfûna Înfa tê kirin.

Tayfûn bi baranê û bayê ku leza wê digihêje saetê 130 kîlometreyî, bi pêş ve diçe.

Tê payin ku tayfûna Înfa roja Şemiyê bigihêje herêma Şanghayê ku bi dehan milyon mirov lê dimînin.

Li bajarê Cîzan ê Erebîstana Siûdî rê di bin avê de man

Li aliyekî din ya herî balkêş jî di demeke ku Erebîstana Siûdî divê bi germahiya herî dijwar re rûbirû maban re, lêhî rabû.

Barana zêde ya li bajarê Cîzanê rê li ber felaketa lêhiyê vekir.

Rêyên bajar dinava avê de man.

Gelek erebe li ber lêhiyê çûn.

Back to top button