Artêşa Tirk deverên hêzn hikumeta Şamê yên li Idlibê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker herêmên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê ya li başûrê Idilbê, topbaran kir. Li çolistana Sûrî jî leşkerekî hikumetê hat kuştin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, dewleta Tirk bajarê Meret El-Nûman û derdora wê ya di bin serweriya hêzên hikumetê de topbaran kir.

Hat gotin çeteyên dewleta Tirk baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li çiyayê Zawiyê bi dijwarî topbaran kir.

Hat diyar kirin hêzên hikumeta Şamê herêmên Mebilît û Kensefra yên li başûrê Idlibê topbaran kir.

Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de leşkerekî hikumetê hat kuştin

Li gundewarê Dêrezorê jî, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî erebeyeke hêzên hikumeta Şamê kir.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, di encama êrîşê de endamekî hikumetê hat kuştin.

Back to top button