​​​​​​​MXDŞ`ê Kongreya xwe ya 4`emîn li dar dixe

Bi dirûşma “Rêveberiya Xweser pira gihandina azadiyê ye” kongreya 4’an a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hat lidarxistin.
Endama Serokatiya Konseya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta peyameke nivîskî ji bo kongreyê şand û bang li Iraqê kir ku xweseriya Şengalê nas bike.
Sozdar Avesta diyar kir ku Rêber Ocalan Êzîdiyên Şengalê emanetê wan kiriye û da zanîn ku ew ê her timî di xizmeta civaka Êzîdî de bin.

Kongreya 4’an a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi dirûşma “Rêveberiya Xweser pira gihandina azadiyê ye” dest pê kir.

250 delege beşdarî kongreyê bûn.

Li gel nûnerên pêkhateyên Ereb, Şîa û Mesîhiyan, her wiha oldar, rûspî, hunermend, rojnamevan, karker û kedkar di kongreyê de amade bûn.

Di nava mêvanan de Êzidiyên ji Ewropa û Rûsyayê hebûn.

Riham Hico: Armanc çareserkirina hemû pirsgirkêkên Iraqê ye

Destpêkê hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hico axivî û kongre wekî pêngaveke siyasî, civakî, çandî û perwerdehî ya ji bo civaka Êzidî pênase kir.

Riham Hico got ku armanca wan ne tenê çareserkirina pirsgirêka Şengalê, lê çareserkirina hemû pirsgirkêkên Iraqê ye.

Paşê peyamên ku ji bo kongreyê hatine şandin, hatin xwendin.

Gelek kesayet û sazî peyamên serkeftinê pêşkeşî kongreyê kirin.

Her wiha Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê, Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat û Meclîsa Eşayîrî ya Şengalê jî ji kongreyê re peyam şandin.

Endama Serokatiya Konseya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî peyamek şand kongreyê.

Sozdar Avesta bang li Iraqê kir ku xweseriya Şengalê nas bike

Sozdar Avesta bal kişand ser girîngiya lidarxistina vê kongreyê û got ku divê hemû pêkhate tevlî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bibin û herkes vê meclîsê wekî îradeya xwe bibîne.

Avesta got:

“Gelê Êzidî doza mafê xwe yê rewa dike. Ji bo bidestxistina xweseriyê ev rojên girîng in. Em dikarin Xweseriya Demokratîk a Şengalê mîsoger bikin.”

Sozdar Avesta bang li gel kir ku êdî vegerin ser axa xwe, cih û warê xwe ava bikin û bang li dewleta Iraqê jî kir ku mafên gelê Êzidî nas bike.

Sozdar Avesta: Em ê ji her demê zêdetir di xizmeta civaka Êzidî de bin

Avesta, di dawiya peyama xwe de bal kişand ser helwest û nêzîkatiya Rêber Apo ya li hemberî civaka Êzidî û wiha bi dawî kir:

“Em wek civaka Êzidî minetdarê Rêber Apo ne.

Rêber Apo civaka Êzidî emanetê me kir. Em ê ji her demê zêdetir di xizmeta civaka Êzidî de bin.”

Back to top button