Hêzên Leşkerî û Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo pîrozkirina Cejna Qurbanê serdana kampa koçberên Serêkaniyê kirin.
Rayedarên QSD, YPG, YPJ, Erka Xweparastinê, û Malbatên Şehîdan di serdanê de cejna Qurbanê li hemû koçberên Serê Kaniyê pîroz kirin.
Di serdanê de, kesên ku axivîn zor û zehmetiyên ku xelkê Serêkaniyê ku di kampan de dibînin anîn ziman.
Hat diyar kirin, ewê ji bo bi cih anîna daxwaza gel xebat û têkoşna xwe bidomînin.
Şêniyên kampa Serêkaniyê jî kêfxweşiya xwe bi vê serdanê anîn ziman.