LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ LI DAR IN

Berxwedana çalagerên greva birçîbûnê yên li başurê Kurdistanê jî bi israr dewam dikin.
Çalakiya Nasir Yagiz di roja 140’î û ya Fedîla Tok jî di roja 80’î de ye.
Di 19’emîn dabeşkirina xelatên nivîskar û siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed de, Leyla Guven a bûye sembola çalakiyên greva birçîbûnê hat xelat kirin.
Her wiha çalakger Nehro Xaneqî jî banga berfirehkirina çalakiyan kir.

ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 140’YÎ DE YE

Li Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Hewlêrê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan hatî destpêkirin, di roja 140’an de bi koma 70’yemîn didome.

Berxwedana Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz jî tevî ku rewşa tenduristiya wî girane di roja 140’an de ye.

Her ku diçe dengê û piştevaniya ji bo çalakgeran li başûrê kurdistanê bilav dibe.

Doh, di 19’emîn dabeşkirina xelatên nivîskar û siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 153 rojin di grevê de ye hatiye xelat kirin.

Endama Nûnertiya HDP’ê Mizgîn Arî eşkere kir ku amedekarî tê kirin ku xelatê bigihînin Guven.

ÇALAKIYA FADÎLE TOK DI ROJA 50’YÎ DE YE

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê di roja 115’an de ji aliyê koma 38’emîn ve hate dewir girtin.

Di heman demê de çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok jî di roja 80’emîn de bi biryardarî dewam dike.

ÇALAKGER NERO XANEQÎNÎ BANAGA BERFIREHKIRINA ÇALAKIYAN KIR

Li navçeya Xaneqîn a Diyale Nehro Xaneqî hefteyeke li dijî tecrîdê ji bo demek nediyar dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Nehro Xaneqînî têkildarî çalakiya axivî û got;

Ev heftiyeke min dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye.

Hêvî dikim Kurd li her derî dest bi grevê bikin.

Çalakger Nehro , serdana çalakger Herêm Mehmûd jî kir.

Nehro Xaneqînî têkildarî serdana xwe wiha anî ziman:

Herêm Mehmûd ji bo min weke pêşeng û rêberekê ye.

ÇALAKIYA HERÊM MEMÛD DI ROJA 45′ AN DE YE

Li navçeya Kelar a Germiyan Endezyar Herêm Mehmûd jî ji bo şikandina tecrîdê 45 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Çalakger Herêm Mehmûd têkildarî rewşa tendirustiya xwe wiha dibêje:

Raste tendirustiya min têk çûye û roj bi roj xirab tir dibe, lê her ku diçe îradeya min xurttir dibe.

Heta şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ez ê çalakiya xwe dewam bikim.

Di vê çarçoveyê de Gulebax Celal jî 24 roj in ji bo demek nediyar di greva birçîbûnê de ye.

Şeyma Ednan, Şêwekar Cuma Kerîm, Berpirsê Desteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Hisên Kerkûkî, Fatma Ehmed, Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Ronak Mecîd, Teha Caf û mamoste Serdar Melîhe ji bo piştevaniyê ketin grevê.

Leave a Reply

Back to top button