Li Feransayê, pêşnûmeya “bi marjînalkirina mislimanan” dihat rexnekirin, bû qanûn

Li Feransayê pêşnûmeya bi ” Rêgezên bihêzkirina ji nirxên komarê re ” ku bi ” marjînalkirina mislimanan” dihat rexnekirin, bû qanûn.
Ev yek ji di qada navnetewî de rastî bertekan hat.
NY, ev qanûn qanûn bi cudakariyê binav kir.

Fransa bi biryarên li dijî îslamê careke din di rojevê de ye.

Li Feransayê pêşnûmeya bi ” Rêgezên bihêzkirina ji nirxên komarê re ” ku bi ” marjînalkirina mislimanan” dihat rexnekirin, bû qanûn.

Di civata dawî ya Meclisa Neteweyî ya Fransayê de pêşnûmeya qanûnê hat erê kirin.

Her çiqasî ev pêşnûme di rûniştina Senatoyê de hatbû red kirin, jî lê di Meclisa Neteweyî ku xwedî gotina dawî ye, kete dengdanê.

Li pêşberî 19 dengên “Na”, pêşnûme bi 49 dengên “Erê” bû qanûn.

Wezîrê Karên Navxweyî Gerard Darmanin bi peyameke li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku pêşnûme hat pejirandin.

Partiyên rastgir daxuyakirin ku ev qanûn ” bi têrkerî ne li dijî mislimanan e” û wê qanûnê pêşkêşî Konseya Destûra Bingehîn bikin.

Partiyên çepger jî li dijî biryarê derketin û qanûn weke binpêkirinê destnîşan kirin.

Di vê qanûnê de madeyên ji bo misogerkirina”bêalîbûna olî” ya rayedarên dewletê, cezayên sûcên belavkirina nefretê li ser înternêtê, parastina rayedar û mamosteyan, hêmanên têkildarî têkoşîna li dijî belgeyên rûreşiyê, pirjinî û zewaca bi zorê jî heye.

Fransa welatê Ewropa yê ku jimarê herî zêde yê mislimanan dihewîne ye.

Ev biryar bû sedema ku di qada navnetewî de bertekên tund lê were kirin.

Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê ev qanûn rexnekir û got;

Di bin navê qanûnê de mislimanan dike armanc û li dijî wan cudekariyê pêk tîne.

Back to top button