Ji navçeya Mabata ya Efrînê 3 sivîl hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber li dijî sivîlan didomin, Dagirkeran sê sivîl ji navçeya Mabat revandin.
Li navçeya Bilbilê jî goristanên gundên Şêx Xûrzê, Heftara û Ebî-danê hatin wêran kirin.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê, rojane li dijî Efrîniyan zêde dibin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûrî ragihand ku çeteyan ciwanê bi navê Lezgîn Elî Şêxo yê ji gundê Gobeka yê navçeya Mabata revand.

Çeteyan beriya pazdeh rojan, ew ciwan bi tewanên ne rast revand, heya niha jî çarenûşa wî ne diyar e.

Li gorê rêxistinê, Lezgîn beriya niha cend caran hatibû revandin û piştî standina pereyan ji malbatê çeteyan ew berdida.

Li heman navçeyê, çeteyan şêniyê bi navê Hemîd Ednan Mihemed Himac yê ji gundê Şêmalka yê revand.

Ji gundê Kaxrê yê Mabata jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Hemûdê Nezmî Naso revand.

Hat ragihand ku bi armanca standina pereyan her du sivîl bi tewanên ne rast hatin revandin.

Dagirkeran goristanên navçeya Bilbilê wêran kirin

Li aliyekî din, çeteyan goristana gundê Şêx Xûrzê yê navçeya Bilibilê wêran kirin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî diyar kir bi armanca dizîna mermera goran, çeteyan goristan wêran kir.

Hat diyar kirin çeteyan, goristana gundên Heftar û Ebodanê yên bilbilê jî wêran kirin.

Ji bo qirkirina Etnîkî û dîroka Efrînê ji destpêka dagirkirina Efrînê, dagirkeran gelek goristan û cihên Olî wêran kirin.

Herî dawî dagirkeran gora şehîdan ya li navenda Efrînê wêran kirin.

Di goristanê de zêdeyî 60 şehîdên di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûne, hatibûn veşartin.

Back to top button