Çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyeke xurt di roja 239 de ye

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Apo, li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt dewam dike. Malbatên girtiyan destnîşan kirin ku zexta li ser girtiyan her diçe zêdetir dibe, divê her kes li hemberî daxwaza girtiyan berpirsiyariya xwe bîne cih bîne û bêdeng nemîne.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan a li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt dewam dike.

Berxwedan bi koma 47’an di roja 240’an de ye.

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî çalakiya grevê di roja 219’an de dewam dike.

Welatiyên li Kempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber APO dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya li vir jî, 202 roj li pey xwe hiştin.

Malbatên girtiyan: Girtiyan tenê nehêlin

Gelek malbatên girtiyan jî li dijî zextên li ser girtiyan banga hestiyarî û daxwaza edaletê dikin.

Hevjina girtiyê bi navê Celal Bîrtane, Zelal Bîrtane diyar kir ku ji hevjînê wê re piştî dadgehê bêyî delîl cezayê muebetê hatiye birîn û got:

Zexta ev sîstem li ser mirovan pêk tîne li her derê ye.

Ev zext jî li ser girtiyan 3 qat zêdetir in û bandorlê li ser malbatên girtiyan jî dike.

Em weke malbat jî xwedî li zarokên xwe derdikevin û bi perpirsiyarî tevdigerin.

Her wiha hevjîna girtî Veysel Akgul, Zeynep Akgul jî dibêje:

Hevjinê min jî wekî hemû girtiyên sîyasî bê sûc hate girtin.

Divê ev zilm û zordarî di serî de li girtîgehan li her derê bi dawî bibe.

Hevjîna Zulkuf Acer ê ku ev 5 sal in li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtî, Dîdem Acer destnîşan kir ku ev biryara dosyayê lîstîka dozger e û wiha anî ziman:

Di bin zextê de îfadeya girtiyan digirin, ne heq maye ne jî wîjdan, ev nayê qebûlkirin.

Back to top button