Ehmed Karamûs: Ji bilî PDK’ê hemû alî erênî nêzî xebatên yekîtiyê dibin

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs derbarê xebatên yekîtiya Kurdan de diyar kir ji bilî PDK’ê hemû partiyên din erênî nêzikî xebatên yekîtiya neteweyî dibin.
Karamûs ji bo yekîtiya neteweyî bang li patî û rêxistinên kurdan kir û her wiha bang li PDK’ê jî kir ku dest ji helwesta xwe ya li dijî yekîtiya Kurdan berde û têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re biguherîne.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs, xebatên ji bo yekîtiya neteweyî, rewşa li başûr, astengiyên li pêşiya yekîtiya neteweyî û ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Karamûs, destnîşan kir ku di du salên dawî de di warê xebatên yekîtiya neteweyî de bi gelek sazî û dezgehên siyasî re hevdîtin kirine û gelek konferans û civîn li dar xistine.

Karamûs diyar kir xebatên wan yên ji bo yekîtiyê li Başûrû Rojavayê Kurdistanê dewa dikin û got,

“Başûrê Kurdistanê, niha di pêvajoyeke hesas, pêvajoyeke şerê navxweyî re derbas dibe. Lewma me piraniya xebatên xwe li wir bi rê ve birin. Tirkiye jî êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne. Ji bo pêşî li ber van hewildanên dagirkeriyê bên girtin, me di navbera hêzên kurdistanî de yekîtiyeke xurt çêkir.”

Karamûs da zanîn ji bilî PDK’ê hemû partî û rêxistinan bi erênî xwe dan ber van xebatan û diyar kir tevî hemû hewildanên wan jî PDK’ê daxwazên wan yên ji bo hevdîtinê red kir.

Karamûs, destnîşan kir ku heger di navbera hêzên kurd de nakokî hebe, hemû hêz dikarin di nav hev de van nakokiyan çareser bikin.

Karamûs eşkere kir weke KNK, heta yekîtî çêbibe dê xebatên xwe bidominin.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs, di dawiya axaftina xwe de ji bo yekîtiya neteweyî bang li partî û rêxistinên kurdan kir, her wiha bang li PDK’ê jî kir ku dest ji helwesta xwe ya li dijî yekîtiya Kurdan berde û têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re biguherîne.

Back to top button