4’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi hilbijartina hevserokên nû yên Desteya Rêvebir bi dawî bû.
4’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê duh pêk hat.
Endamên nû yên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ku ji 111 kesan pêk tê duh hatin hilbijartin îro civiyan.
Di serî de endamên meclisê her yekê bi bîr û baweriyên xwe soz dan û bûn endamên Meclîsa Dayîmî.
Piştî sondxwarinê, Hevserokên Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Xezal Reşo û Haşim Hecî axivîn, ji bo kar û xebatên xwe yên demên pêş peyam û nirxandin kirin.
Piştî axaftinan Dîwana Desteya Rêvebir a Şengalê ku ji 2 hevserok û 3 cîgiran pêk tê hate hilbijartin.
Dijwar Feqîr û Rîham Hesen wek hevserokên nû yên Desteya Rêvebir hatin hilbijartin.
Her wiha Azad Hisên, Faris Herbo û Cîhan Celo wekî cîgir hatin hilbijartin.