Şehîd Hemze û Serhed bi merasîmekê li Kobanê hatin veşartin

Bi sedan şêniyên Kobanên cenazeyên şehîd Mehmûd Hemze û Ronî Serhed li Goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Şervanê Yekîneyên Antî-Teror (YAT) yê QSD’ê Mehmûd Hemze (Mehmûd Kobanê), 21’ê Tîrmeha 2012’an di dema şopandina şaneyeke terorîst a DAIŞ`ê li gundewarê rojhilatê bajarê Hesekê gihîşt asta şehadete. Şervanê QSD’ê Ridwan Tot (Ronî Serhad) 19’êTîrmehê dema ku bersiva êrişa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser navçeya Eyn Îsayê dida, şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Kobanê, di nav de endamên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, hêzên ewlekariyê û şervanên QSD’ê bi merasîmekê cenazeyên her du şehîdan li goristana Şehîd Dicle ya spartin axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Herêma Firatê Îsmet Şêx Hesen di destpêkê de şehîdên şoreşê bi bîr anîn û wiha got: “Em mîna wan nabînin, ew pêşengên me ne. Şehîd Ronî bi hezaran kîlometer qut kirin ku şerê DAIŞ’ê bike.”

Hesen wiha domand: “Ez ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dibêjim ku çer ku kesên mîna Mehmûd û Ronî hene tirsa li ser vê xakê û ji tiştekî din tune ye, lê belê em ê hemû astengiyan derbas bikin û bigihînin azadiya xwe.”

Li aliyekî din jî Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî wiha got: “Şehîd pêşengên me ne û her kesê canê xwe di oxira vê xakê de daye, zindî ye û bi rihê xwe wê diparêze. Ji me tê xwestin ku em şehîd ji xwe re bikin meşele. Ji ber Rojava banga me dike û dagirkerî êrişî me dike. Ji lew re divê em bi qasî berpirsiyartiya parastina vê xakê derkevin.”

Piştî axaftinan, wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîdanû bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.

Back to top button