
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê bê navber dewam dikin, dagirkeriyê gundên Şehbayê topbaran kirin.
Nûçegihana me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê şevê gundê Şeala, Hîzwan û Radarê yên kantona Şehbayê bi obusan topbaran kirin.
Di derbarê ziyanê topbaranê de heta niha tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker duh derengiya şevê gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê yê Efrîna dagirkirî topbaran kir.