Birayê Mistefa Xelîl :PDK ‘ê berpirsa çarenûsa birayê min e

Birayê endamê Tikiliyên PYD’ê Mistefa Osman ê ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku tavilê çarenûsa birayê wî û endamên din zelal bike.

Di derbarê mijarê de Birayê endamê Têkiliyên PYD’ê Mistefa Xelîl Osman, Nezhet Xelîl Osman axivî û ev tişt anî ziman:

“Birayê min tu sûc nekirine ku were revandin, birayê min ji dema ku hatiye revandin tu agahî jê nehatine girtin .”

Osman destnîşan kir ku xebata birayê wî yê di qada têkiliyên derve de li tevahî dewletên cîhanê xebateke rewa ye û nivîsgehekî wê ya fermî li Başûr heye û lê em ji nêzîkatiyên hêzên PDK’ê yên li hemberî Kurdan mat dimînin.

Di dawî de Nezhet Xelîl Osman bang li desthilata hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku sedema revandina birayê wî û cihê wî eşkere bike.

Revandina nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên têkiliyan yên PYD`ê ji aliyê Hêzên ewlehiyê yên PDK`ê ve kete roja 46’emîn, hîna jî çarenûsa wan ne diyar e.

Back to top button