Artêşa Tirk a dagirker gundên Minbic, Şehba û Şerewa topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Hoşeriyê û Hîsan ên bakurê rojhilatê Minbicê bi mûşekan topbaran dikin.

Li gorî malpera fermî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Qîrata yê bakurê Minbicê gundên Hoşeriyê û Hîsan ên bakurê rojhilatê Minbicê bi mûşekan topbaran kir.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê piştrast kir ku heta niha topbaran berdewam e, lê tu agahiyên li ser ziyanên canî bi dest neketine.

Artêşa dagirker hem wextî Minbicê, gundên Şehbayê weke Şeala, Xirbet Şeala, Ziwîyan, Siroc, Nêrebiyê, radar, navçeya Til Rifet û bajarokê Dêr Cemal û derdora gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawayê topbaran kir.

Derbarê ziyanen topbarane de ti agahî nehate bidestxistin.

Back to top button