Li Yemenê 4 dronên Hûsiyan ên ber bi Siûdiyê ve hatin rûxandin

Hevpeymaniya Erebî ragihand ku pergala asîmanî 4 dronên ku Hûsiyan ber bi başûrê Erebistana Siûdî ve berdabûn, bêbandor kirin.

Hevpeymaniyê got ku ev hewldanên Hûsiyan, bi armanca tirsandina sivîlan e, lê belê hatin bersivdan.

Li aliyekî din, artêşa Yemenî duh Şemiyê li eniya Sirwah a rojavayê Meiribê êrîşeke Hûsiyan têk bir.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Yemenê, piraniya çekdarên Hûsî yên êrîşkar, hatin kuştin û birîndarkirin û hin jî reviyan.

Li heman deverê, artêşa Yemenî depoyeke çekan a Hûsiyan û hin erebeyên din rûxandin.

Back to top button