Koçberên Efrînê: Serdana Suleyman Soylu ji bo rewakirina dagirkirina Sûriyê ye

Li dijî serdana Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirkiyê ji bo Efrînê, koçberên Efrînê bertek nîşan da û ew şermezar kir. Koçberên eşkere kir armanca serdanê rewakirina dagirkirina Sûriyê ye. Malbatên şehîdan ên navçeya Til Temirê jî bang li civaka navneteweyî kir ku hesabê êrişa li ser goristana şehîdan a Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin.

Tevî dagirkirinê û binpêkirinên rojane li dijî şêniyên Efrînê, bêyî şerm û mîna ku devereke welatên wan be, serdana Efrîna dagirkirî dikin..

Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirkiyê Suleyman Soylu di roja yekemîn a Cejna Qurbanê de serdana Efrînê û bajarê Ezazê yên dagirkirî kir.

Ev serdan rastî nerazîbûn û bertekên tund, taybet ji aliyê Efrîniyên koçber ku niha li Şehbayê dimînin, hat

Malbatên şehîdan banga heseabxwestina ji dewleta Tirk kir

Li aliyekî din Malbatên şehîdan ên Til Temirê vekirina gorên şehîdan ji hêla dagirkeriya Tirk ve weke sûcekî şer bi nav kir û banga vekirina lêpirsînê der barê mijarê de kirin.

Back to top button