Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso êrîşa PDK’ê ya li ser gerîla şermezar kir û da zanîn ku PDK’ê bi van kiriyarên xwe ve sûcekî neteweyî û Kurdistanî dike..”
Têkildarî mijarê, Xerîb Hiso axivî û wiha got:
“PDK’ê sînorê têkiliyan derbas kir û bû şirîkê dewleta Tirk a dagirker,Ev hevkarî li ser gel û civaka Kurdistanê xeteriyeke mezin e.
Hiso wiha li gotina xwe zêde kir:
“Mixabin,Siyaseta ku PDK’ê dimeşîne nakeve xizmeta berjewendî û hêviyên gelê Kurd, lê belê dikeve xizmet û ajandeyên dewleta Tirk a dagirker.”
Hiso diyar kir ku dagirkeriya Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê dike û li ser destên HPG’ê derbeyên giran dixwe û PDK’ê hewl dide dewleta Tirk ji têkçûnê rizgar bike û şerekî navxweyî derxîne.
Xerîb Hiso di dawî de destnîşan kir ku pêwîst e PDK’ê ji bin baskê dagirkeriya Tirk derkeve.
Ger PDK wisa berdewam bike gel û hêzên Kurdistanî wê PDK`ê ceza bikin.