Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê bi merasîmekê nasnemeyên 2 şehîdên HPG’ê ku di sala 1993’an û 1997’an şehîd bûbûn, eşkere kir.
Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya du şehîdên HPG’ê Mihemed Elî Emîn bi nasnav Bawer ku di sala 1993’an de şehîd bûye û Îsa Mihemed bi nasnav Bawer ku di sala 1997’an de şehîd bûbû, bi merasîmekê eşkere kir.
Merasîm li hola Îvan a navçeyê hat lidarxistin, bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û malbatên şehîdan tev li merasîmê bûn.
Di merasîmê de kesên ku axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û berxwedana HPG’ê li çiyayên Kurdistanê silav kirin.
Piştre nasnameya her du şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Di dawiya merasîmê de, dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate berizkirin.