DYA: Pêwîste gava yekem ya hêzên Efxan pêşîgirtina leza Talîbanê be

Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin got, hêzên Efxanî pêwiste stratejiya xwe hemû li ser parastina bajaran bide avakirin û bi hêzên herîmî re pêşiya leza Talîbanê bigre.

Di serdana xwe ya Alaskayê de Lloyd Austin ji çapemeniyê re axivî û wiha got:

Leşkerên Efxanistanê xwedî wê hêzên e ku li derdora herêmên girîng xwe bicih bikin.

Austin diyar kir ku beriya hêzên Efxan, Talîbanê rawestîne pêwiste despêkê leza wê qut bike.

“Ez di wê baweriyê de me ku artêşa Efxanistanê xwedî wê hêzê ye.

Wê, dem diyar bike.”

Di nava 20 salên dawiyê de şerên herî dijwar li herêmê rûdidin.

Nexasim, çekdarên Talîbanê di vê demê de bi dehan navçe ji destê hêzên Efxanî derxist.

Hikumeta Efxanistan: Li parêzgeha Bilix 80 çekdarên Talîbanê hatin kuştin

Her wiha Wezareta Hundirîn a Efganistanê jî ragihand ku 81 çekdarên Talîban di encama êrişek hewayî ku li dijî parêzgeha Bilix a bakurê welat pêk hatî de hatin kuştin.

Di demekê ku çekdarên Talîbanê çalakiyên xwe zêde kirî de, ji derveyî sê parêzgehan li seranserî welat qedexeya derneketina derve ya ji bo şev hate ragihandin.

Back to top button