Ji ber ziwabûna li başûrê Madagaskarê xela çêbû û bi qasî milyonek kes bêzad û birçî mane.
Ji ber ziwabûnê herêmên li başûrê Madagaskarê ji birçîna li alarmê didin.
Li herêmê bi qasî milyonek mirov daxwaza alîkariya lezgîn dike û gelek malbat şîna miriyên xwe dike.
Saziyên ku alîkariyê digihînin herêmê jî dibêjin li hin gundan tenê çend mirov mane û ew jî li hêviya mirina xwe ne.
Li gundê Ambovombe bi mehan e mirov ji ber ziwabûnê bêzad in, ti alîkarî jî bi wan ve nagihe.
Hin mirovan dest bi xwarina pêlav û çerm kiriye.
Sedema vê rewşê weke guherîna avûhewayê an jî bi rengekî rast nexebitandina çavkaniyan tê nîşandan.
Bi salan e li herêmê şilî kêm e û ji ber bagera qûmê hema bibêje çandinî nikare were kirin.
Serokê dewletê ji bo rakirina herêma ku bi rengekî kronîk ziwa maye wê projeyê nû sazkar bikin.
Lê ji sala 1896’an û wir ve li Madagaskarê 16 caran xela çêbûye lê tê gotin xelaya niha di van 40 salên dawî de xelaya herî giran e.