Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî berê xwe da Waşîngtonê

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tevî şandeyek hikumetê bi serdanek fermî berê xwe da Waşîngtonê.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi şandek hikumetê re berê xwe da Waşîntonê.

Derbarê mijarê de ofîsa serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek belavkir.

Li gorî daxuyaniyê, wê serdan çend rojan dewam bike û wê têkiliyên Iraq-Amerîka di hemû aliyan de û dozên dualî yên ji bo her du welatan girîng bên nîqaşkirin.

Serokwezîrê Iraqê beriya serdana xwe gotibû;

Ev serdan di çarçoveya hewldanên Iraqê yên xurtkirina têkiliyên bi Amerîkayê re û li ser esasê rêzgirtinê û hevbkariya dualî di hemû aliyan de, pêk tê.

Kazimî di hevpeyvînekê li gel medya cîhanê jî ragihand ku pêwîstiya wan bi mana hêzên şerker ên biyanî li ser axa Iraqê nîne.

Back to top button