Şewata Dixie ya li eyaleta Kalîforniya ya DYA bû sedema ku bi dehan xanî bibe xwelî.
Têkolîna li dijî şewata daristanan a ku ji ber germa zêde li DYA dest pê kirî didome.
Di şewata Dixie ya bakurê Kalîfornia de ku weke şewata herî mezin a eyaletê ye, bi lez belav bû û gelek xanî şewitîn.
Zêdeyî 10 xanî û avahiyên din li gundê Indian Falls şewitîn.
Ji 14’ê Tîrmehê ve şewata herî mezin Dixie despê kiribû.
Li gorî daxuyaniyên ji aliyê timên agirkuj ve hatiye kiriyen, li navçeyên Plumas û Butte 181 hezar donum erd bûye xwelî.
Agir ber bi herêma bakurê welat ve bi lez dewam dike.
Waliyê Kaliforniya Gavin Newsom ji bo 4 navçeyên li bakurê welat rewşa awerte ragihand.