Li rojhilatê Dêrazorê ji ber teqîna mayîneke ku berê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû danîn, sivîlekî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya ANHA’yê vê sibê li gundê El-Mirêiyê yê li rojhilatê Dêrazorê mayîneke ku çeteyan berê danîbû, teqiya.
Hat diyar kirin di encama teqîna mayînê de ciwanê bi navê Xelef Xidêr El-Azil (28) ku pezê xwe li derdora gund diçêrand, jiyana xwe ji dest da.
Hat gotn El-Azil yekser li cihê buyerê jiyana xwe ji dest daye.