HPG: Li Heftenîn û Avaşînê 4 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan didin.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyên gerîlayên YJA Starê de li herêmên Heftenîn û Avaşînê 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê di çarçoveya pêngavan de rojane derban li artêşa Tirk a dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir 24’ê Tîrmehê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê li dagirkeran hate xistin.

Hat gotin di encama çalakiyê de leşkerekî Tirk yê dagirker hat kuştin.

HPG’ê destnîşan kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê jî li artêşa Tirk ya dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“24’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên ku ji Girê Silêman diçûn Serê Navçela hêzên me yên YJA Starê çalakî kirin. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran amûrên leşkerî li naverastê hiştin û reviyan. Artêşa Tirk a dagirker kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin.”

Hat diyar kirin heman rojê li qada Girê Sor li dijî dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ve biçin, çalakî hate kirin û Droneyek jî li herêmê hate xistin.

HPG’ê da zanîn 25’ê Tîrmehê jî hêzên gerîla mudaxeleyî dagirkerên ku hewl didan bi teqemeniyan êrişî çeperên şer bikin, kirin. Hat gotin di encama destwerdanê de dagirker neçar man ku xwe vekişînin.

HPG’ê diyar kir 24’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker herêmên Avaşîn, Kanî Masî û Zap bi balafirên şer, helîkopter û topên hawanan bombebaran kirin.

Hat diyar kirin ji ber van bombebaranan ti ziyan negihişt hêzên gerîla lê agir bi hin qadan ket û ziyan li bax û baxçeyên welatiyan bûn.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên du gerîlayên bi navê Canda Kiçî û Roza Botan ku 26’ê Hezîrana 2021 li qada Besta ya herêma Botanê şehîd bûn, eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîla û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Back to top button