Li navçeya Mabata a Efrînê sivîlekî 50 salî hat revandin

Li Efrîn û Herêmên din yên dagirkirî sûc û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan bi dawî nabin.
Dagirkeran li Efrînê sivîlekî 50 salî û li Girê Spî jî 2 jin revandin.
Ji bo dizîna malên sivîlan û mûceyên çeteyên ku li Lîbyayê şer kirine, çeteyên li Efrîn û Serê Kaniyê bi hev ketin.

Her diçe li Efrîn û herêmên dagirkirî yên din sûcên dewleta Tirk li dijî sivîlan zêde dibin.

Rêxistina Mafên Mairovan a Efrîn Sûrî rgihand ku Çeteyan şêniyê bi navê Ebid-Reûf Arif yê ji gundê Şêxotka yê Mabata revand.

roja Înê ya derbasbûyî, çeteyan ji bo standina pereyan sivîlê 50 salî bi tewanên ne rast revand.

Li gorî Rêxistinê, çeteyan Arif bi giranî di girtîgehê de êşkence kir, ji bo berdana wî jî du hezar dolar ji malbatê xwestin.

Efrînê…ji bo mûceyan du komên çete bi hev ketin

Li aliyekî din jî, li gundê Kefer Şîlê yê Efrînê, du komên çete yên ” Furqiya El-Hemzat ” ê girêdayî dagirkeriya Tirk bi hev ketin.

Li gorî Malpera Afrînpost, çete ji bo dizîna mûçeyên çeteyên ku li Lîbyayê şer kirin, bi hev ketin.

Her weha, her du komên çete li gundên Keferdelê, Gazê û Gundê Mezin jî bi hev ketin.

Ji kantona Girê Spî ya dagirkirî 2 jin hatin revandin

Li Girê Sipî yê dagirkirî jî, MÎT a Tirk bi ser gundên Siluk û Turkman de girt û 2 jin revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê MÎT a Tirk jinên bi navê Emîne El-Hebîb û Ebîr Hisên El-Îsa revandin

Hat diyar kirin her du jin ber bi baregeheke leşkerî ve hatin birin û heya niha jî çarenûsa wan nediyar in.

Di çileya derbasbûyî de ji gundê Turkman ê Girê Spî 3 jinên ciwan hatibûn revandin.

Li Serê Kaniyê çeteyekî dewleta Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn

Her weha li bajarê Serê Kaniyê yê dagirkirî jî çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di encamê de çeteyekî ji koma “Ceyş El-Şerqiyê hat kuştin û 5 çete jî birîndar bûn.

Back to top button