Çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyeke xurt di roja 241’an de ye

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Apo, li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt dewam dike. Parêzer Gulseren Yolerî, diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê yên 241 roj in ji bo rakirina tecrîdê didomin, her diçe ber bi xeterê ve diçin.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan a li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt dewam dike.

Berxwedan bi koma 47’an di roja 241’an de ye.

Çalakiya greva birçîbunê ya li Wargeha Mexmûrê bi dewrgirtina koma 111’an di roja xwe ya 220’î de dewam dike.

Welatiyên li Kempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber APO dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya li vir jî, 203 roj li pey xwe hiştin.

Gulseren Yolerî: Qanûna xwe pêk bînin

Endama Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê ya Marmarayê û Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî, anî ziman ku di warê tibî de girtiyên di grevê de nayên şopandin û her diçe tenduristiya girtiyan xirab dibe.

Gulseren Yolerî got:

Girtiyên dikevin greva birçîbûnê cezayên dîsîplînê li wan tên birîn.

Daxwaza çalakiyê, ew e ku dewlet û desthilatdar qanûnên xwe pêk bînin.

Yanî pirsgirêkeke ku bi pêkanîna qanûnan çareser dibe, lê mirov ji ber vê pirsgirêkê bedenên xwe dane ber birçîbûnê û mirinê.

Gulseren Yolerî, diyar ki wekî heyeta şopandinê serî li rayedaran, Komîteya CPT û hin saziyên navneteweyî dane, lê heya niha tu bersiv negirtine.

Em bang li rayedaran dikin ku Qanûna Bingehîn û berpirsiyariyên xwe pêk bînin.

Li Drancy çalakiyek hat lidarxistin

Li Drancy ya Fransa ku li ser banga aktîvîstên TCŞ’ê û di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin.

Back to top button