LEYLA GUVEN 153 ROJ IN LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE DIDE

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan çalakiyên grevê bi israr dewam dikin.
Leyla Guven, pêşenga çalakgerên greva birçîbûnê bi biryardarî çalakiya xwe di roja 153’yan de dewam dike.
Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di greva birçîbûnê de ne, li ber deriyê girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe 153 rojin di çalakiyê de ye.

Tevî çalakiya Guven, çalakiya li girtîgehan jî bi biryari li dar e.

Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 115 roj in didome.

Ji 1’ê Adarê ve jî bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 40’an de ye.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin.

Ji van :

Çalakiya Sedat Akin 95,

Gurbet Ektîren 85,

Semra Alkan 93,

û Îhsan Sinmiş 42 roj in çalakiya xwe li malê dewam dikin.

SARISAÇ: HÊZA KURDAN A FAŞÎZMÊ TÊK BIBE HEYE

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, diyar kir ku di sindoqên hilbijartinê yên herêmê de dengên li dijî tecrîda li ser Ocalan derketin û got:

Encama derket holê, nîşan da ku divê AKP’ê polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan biguherîne.

Hêza Kurdan a faşîzmê têk bibe heye.

Ev yek jî di hilbijartina herêmî de bi awayekî eşkere derket pêş.

GIRTIYÊN SIYASÎ: EM BANG LI GELÊ XWE DIKIN KU HÊZÊ BIDIN VÊ TÊKOŞÎNA BI RÛMET

78 girtiyên li Girtîgeha Rihayê di greva birçîbûnê de ne ji bo destkdayîna bi çalageran re nameyek şandin.

Girtiyan di nameya xwe de wiha gotin:

Ji bo ku demek berî demekê çalakî bi ser bikeve û azadî û aştî bi ser bikeve, em bang li gelê xwe dikin ku her kes li qada xwe hêzê bidin vê têkoşîna me ya bi rûmet.

Tecrîd wê bişkê, faşîzm wê têk biçe, azadî û aştî wê bi ser bikeve.”

MALBATÊN GIRTIYAN LI BER GIRTÎGEHA GEZBÊ DEST BI ÇALAKIAYA RÛNIŞTINÊ KIR

Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di greva birçîbûnê de ne, li ber deriyê girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatan, diyar kirin ku heya çalakiya grevên birçûbûnê bi encam nebin, ewê çalakiya xwe berdewam bikin:

HDP’Ê JI BO GIRTÎGEHAN TESPÎT BIKE SERÎ LI KOMÎSYONA MESLISÊ DA

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji bo ku binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de pêk tên, tespîta di cih de bikin, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan da û got:

Rexmî ku rewşa çalagerên gihiştiye astek kirîtîk lê dîsa hikumetê ti gav neavîtine.

Divê li her kes li cihê xwe bi erkê xwe rabe.

Leave a Reply

Back to top button