REWŞA SÛRÎ ÊRÎŞA LI SER BAKURÊ SÛRÎ

Serokê AKP’ê Erdogan, piştî ku derbyeke dîrokî di hilbijartinan de xwar, berê xwe da Rûsya û bi serokê wê re civiya.. Li wir Erdogan careke gef li bakur û Rojhilatê Sûrî xwar.. Erdogan peyam ji Emerîka re şand ku mijara S-400 qediyaye.. Lê belê Pûtîn li bayê wî nexist.. Êrîşa li ser herêma nexsit rojeva xwe û li binketina peymana Sotçî ji bo Idlibê mikur hat.. Çavdêr dibînin ku, Erdogan di çirvakê de ye û êdî nema dikare biryarên rasterast bide..

Piştî hilbijartina herêmî ya li Tirkiyê , yekemcar serokê AKP’ê Erdogan, berê xwe da Rûsya û bi serokê vî welatî re civiya..

Li gorî agahiyên derketin, Erdogan û Pûtîn, ji bo nîşqaşkirin rewşa Sûrî, Êrîşa dagirkiriya Dewleta Tirk û mijar fuzeyên S-400 hatin gel hev..

FUZEYÊN S-400

Erdogan, weke her carê, gef li Bakur û Rojhilatê Sûrî xwar û bijardeya leşkerî hilbijart..

“EM Ê ÊRÎŞÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ BIKIN”

Di heman wextê de, Erdogan têkildarî fuzeyên S-400 tevî hişyariyên Emerîka jî, got

“Dema me peymana tiştekî kiribe, ew kar qediyaye. Ev mafê me yê serweriyê ye, ev biryara me ye.”

“KIRÎNA S-400 BIRYARA ME YE, MIJAR QEDIYA”

Çavdêr dibînin ku Emerîka beriya vê daxuyaniya Erdogan, helwest li hemberî wê nîşan da,

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan doh ragihand ku, du maşîneyên girêdayî NATO li Kobanê hatine dîtin..

“EMERÎKA GAVAN LI HEMBERÎ DEWLETA TIRK DAVÊJE”

Her wiha Erdogan, bêyî behsa binketina peymana Sotçî li Idlibê bike, idia kir ku wan gavine pêwîst avêtine…

ERDOGAN BI SISTÎ BEHSA IDLIBÊ KIR

Lê belê berovajî wî Pûtîn daxuyaniya xwe da..

PÛTÎN LI BAYÊ ERDOGAN NEXIST

Pûtîn li têla Erdogan nexist û qala ti êrîşî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî nekir..

PÛTÎN BEHSA TI ÊRÎŞÊ NEKIR

Dîsa Pûtîn weke Erdogan derewçîn derxist ji bo Idlibê diyar kir ku heta niha me nekarî mijara komên terorîst çareser bikin..

“ME NEKARÎ MIJARA KOMÊN ÇETE LI IDLIBÊ ÇARESER BIKIN”

17 Îlona 2018’an Erdogan û Pûtîn li hev kirin ku, herêmeke bêçek li Idlibê ava bikin..

Lê belê ji wê çaxê û heta niha tobaran û bombebarana Rêjîma Sûrî û komên çete ranewestiyeye û ji herdû aliyan gelek kuştî û birnîdar çêbûne..

PEYMANA SOTÇÎ JI BO IDLIBÊ BIBIN KET, ŞER DIDOME

Her wiha herdû aliyan bêyî qala Îranê bikin xwe weke garantorên Astana bi nav kirin û gotinên beriya niha dîsan dubare kirin.

Dîsa mijara komîteya destûrî di nava axaftina xwe re derbas kirin..

Tê payin Civîna Astana di vê mehê de were lidarxistin.

JI BO ASTANA BEHSA ÎRANÊ NEKIRIN

Lê belê Di danûstandinên Sûrî Sûrî ku meha adarê li Kobanê hat lidarxistin de, daxwaza destûreke demokratîk û navxweyî hat kirin..

“DIVÊ DESTÛR LI SÛRÎ WERE NIVÎSANDIN”

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî jî ji bo çareseriyê, her tim banga diyalogê dike..

Herî dawî Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mzalûm Ebdî ji bo danûstandina bi Dewleta Tirk re, du şert destnîşan kir.

“DIVÊ DEWLETA TIRK JI EFRÎNÊ DERKEVE”
“DIVÊ GGEFÊN XWE LI SER HERÊMÊ RAWESTÎNE”

1- Dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê derkeve..

2- Gefên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûtî rawestîne..

Çavdêr dibînin ku, Erdogan di navbera herdûa welatên Rûsya û Emerîka di heyirete mezin de ye.

ERDOGAN LI XWE HEYIRÎ MAYE
ERMÎKA RAZÎ BIKE YAN RÛSYA

Eger vê hevkariya xwe bi Rûsya re bidomîne û bi taybet S-400 bikire wê yekser hevdîtineke binketî bi Emerîka re rû bi rû were.

Ji xwe berê Tirkiyê di nava krîzeke aborî de ye û di hilbijartina herêmî de, bajarên mezin ji dest xwe winda kir..

WÊ TIRKIYÊ CEZAYÊN GIRAN BIXWE

DAWIYA ERDOGAN NÊZÎK DIBE!

Pirsa ku li vir dimîne, Gelo wê kengî Erdogan di nava komên xwe yên çete de bifetise???

Leave a Reply

Back to top button