Serokê Tunisê Serokwezîr û serokê parlamentoyê ji erk girt

Tunisiyan li pêşiya navenda partiya El-Nehda ku bibû sedema binketina rewşa dewleta Tunisê banga hilweşîna rejîma siyasî ya tevgera Nehda ya îxwanî kir.
Serokê Tûnisê Qeyis Seîd piştî daxwaza gel bi daxuyaniyek ragihand ku wî li gor qanuna welat, Serokwezîr Hîşam Al-Meşîşî û serokê parlamaentoyê Raşid Xenûşî erk girtiye.

Tunisiyên partiya El-Nehda ku ji dîroka 2011’an de ketine nava desthilata tunisî de, bûne sedema binketina rewşa aborî, tenduristî û civakî li Tunisê.

Ji ber vê yekê welatiyên Tunisî xwe li pêşiya navenda partiya El-Nehda ya parêzgeha Sûsa xwepêşandan û banga hilweşîna rejîma siyasî ya tevgera Nehda ya îxwanî kir.

Her wiha Xwepêşandêran banga bidawîkirina desthilata serokê parlamaentoyê Raşid Xenûşî kirin.

Bi heman armancê li parêzgeha Qêrewan, Sîdî bûzêd û Tewezir jî xwpêşandêran li pêşiya navendên El-Nehda, pankartên “Xenûşî kujer e” û “gel dixwaze rêjîmê bixe” hildan.

Piştî van bûyeran, Serokê Tûnisê Qeyis Seîd di civîneke lezgîn bi serokên hikumetê yên leşkerî û ewlehî de, fermana sekinandina Serokwezîr Hîşam Al-Meşîşî û serokê parlamaentoyê Raşid Xenûşî da.

Serokatiya Tunisê got ku wê sekinandin 30 rojî berdewam bike.

Qeyis Seîd da zanîn ku ev biryar piştî şêwira endamên perlemantoyê û li gorî mada 80’emîn a destûra Tunisî hat dayîn.

Serokê Tûnisê tekez kir ku Tûnis di dema xwe ya herî metirsîdar re derbas dibe, nabe ku tu kes bi rihê xelkê bilîze.

Tevgera El-Nehda biryarên serokê Tunisê weke înqîlabeke li dijî saziyên dewletê jimart

Rêvberê tevgera El-Nehda Elî El-Erîd biryarên serokê Tunisê derheqê Serokwezîr û serokê parlamaentoyê weke înqîlabeke li dijî saziyên dewletê pênasekir.

Li aliyê din Parlamenterê berî Hatim Milêkî di daxuyaniyekî de li Hisabê xwe yê Facebookê diyar kir ku Serokê Tûnisê Qeyis Seîd tenê bi erka xwe rabûye.

Bi hezaran Tunisî bi beşdarbûna serokê Tunisê daketin qadan û kêfxweşiya xwe ji biryarên biryarên serok re anîn ziman.

Back to top button