Bekir Elo: Çûna Suleyman Soylu a Efrînê mayîndekirina dagirkeriyê ye
July 26, 2021
11
Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo çûna wezîrê hundirîn ê dewleta Tirk Suleyman Soylu a bajarên Efrîn û Ezazê yên dagirkirî wekî mayîndekirina dagirkirinê bi nav kir. Bekir Elo got, divê dewleta Tirk baş zanibe ku tiştekî wê li Efrîn û Bakurê Sûriyê tune ye, heger dewleta Tirk dixwaze tecrûbeya Lîwa Îskenderon dubare bike wê şaştiyeke mezin dike.