KOMKIRINA ALÎKARIYÊ JI BO MEXDÛRÊN LORÎSTANÊ DIDOME

Li navçeya Derbendîxan ji aliyê komek xwebeşx ve kampanya komkirna alîkariyê ji bo mexdûrên lehiya li parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye destpê kirin.

Li navçeya Berbendîxan a Silêmaniyê jî komek xwebexş dest bi Kampanya Loristanê kirine.

Ji bo mexdûrên lehiyê weke alîkarî pere tê komkirin.

Yek ji organîzetorê Kampanya Loristanê Dana Hemîd têkildarî kampanyayê ev agahî dan:

“Niha di nava xelkê de me dest bi komkirina alîkariyê kiriye.

Ji ber desthilata hikumeta başurê Kurdistanê em nikarin sindoqan alîkariyê deynin.

Ev kampaniya ku me niha di nava gel de destpêkirî wê hevtiyekê dewam bike”.

2’ê Nîsanê ji ber lehiyê piraniya parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê di bin avê de ma.

Ji ber lehiyê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî pêşbiniyên destpêkê 15 hezar milyar tumen ziyan bi parêzgehê ket.

Leave a Reply

Back to top button