”Rayedarên navneteweyî xeteriya van girtîgeh û kampan hîs kirin”

Li ser avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan nîqaşên bi hêzên navneteweyî re berdewam in. Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ Ferhad Şamî anî ziman ”Divê dadgeheke taybet ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê were avakirin, dosya girtiyan hebe,ji ber ku girtiyên DAIŞ’ê hemû civaka navneteweyî eleqedar dike.” 

Di demên dawî de gelek civînên navneteweyî ji bo mijara darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên girtî û malbatên wan hatin lidarxistin.

Tevî vê yekê pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî yên di girtîgehên QSD de û bi hezaran malbatên wan ên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna nehatiye çareserkirin.

Têkildarî mijarê Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ Ferhad Şamî li ser xeteriya çeteyên DAIŞ’ê nirxandin kir û anî ziman: ”Ev ne tenê li ser herêmê metirsî ye, bandorê li ewlehî û aştiya cîhanê tevdî dike.”

”Bangawaziyên navneteweyî erênî ne, lê tenê teorîk in”

Têkildarî cidiyeta bangawaziyên navneteweyî yên bi aramnca çareserkirina vê dosyayê, Ferhad Şamî anî ziman “Bangawaziyên navneteweyî hene, nexasim ji çend dewletên di nava Koalîsyona Navneteweyî de û hin caran helwestên komî derdikevin.”

Ferhad Şamî: Çareseriyên ferdî, dosyayê belav dikin

Şamî diyar kir ku dosîyaya girtiyên DAIŞ’ê hemû civaka navneteweyî eleqedar dike û tekez kir “Divê dadgeheke taybet bi girtiyan hebe û nêzîkatiyên ferdî pirsgirêkê çareser nakin.”

Ferhad Şamî: Divê DAIŞ bi dadgeheke navdewletî were darizandin

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ Ferhad Şamî navaroka nîqaşên wan bi hêzên navneteweyî re yên girêdayî mijarê eşker e kir û anî ziman “Me pêşniyar kir ku dadgeheke navneteweyî ya serbixwe li herêmê were avakirin.”

Back to top button