Aldar Xelîl: Divê qada navdewletî şandeyên şopandinê bişîne Efrînê

Endamê Desteya Hevserokatiyê PYD’ê Aldar Xelîl eşkere kir “Dagirkeriya Tirkî bi vekirina gorên şehîdan, hewl dide berxwedana Erfîniyan tune bike.”
Ji bo piştrastkirina sûc û hovîtiyên dagirkeriyê yên li Efrînê, Aldar Xelîl banga şandina şandeyên navdewletî yên bêalî kir. 

Endamê Desteya Hevserokatiyê PYD’ê Aldar Xelîl anî ziman ku dagirkeriya Tirkî hewl dide bi çi awayî be, şopên berxwedana Erfîniyan ji holê rake.

Aldar Xelîl da zanîn ku divê siyaset û hovîtiya Tirkiyê bi her awayî werin eşkerekirin.

Endamê Desteya Hevserokatiyê PYD’ê Aldar Xelîl der barê vekirina gorên şehîdên li Efrînê, banga destpêkirina lêpirsîneke navdewletî kir.

Back to top button