Li Îranê..Di roja 11’an a çalakiyên li Xuzistanê de jimara kesên hatin girtin derket 700’î

Xwepêşandanên li parêzgeha Xuzîstan a Îranê di roja 11’an de didomin.
Li herêmê xetên înternetê hatine birîn û taxek jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye dorpêçkirin.
Heta niha 700 kes hatine girtin.
Bi hezaran Tehranî jî bi dirûşma “Na ji dîktatoriyê re” derketin kolanan.

Li parêzgeha Xuzîstanê xwepêşandanên ku ji ber bêavê û bêxizmetguzariyê 15’ê Tîrmehê destpêkiribûn, di roja 11’an de ne.

Şevêdin li çend taxên bajarê Ehwaz ku wekî navenda Xuzistanê tê zanîn û bajarên Susengird, Şadgan, Ramhurmiz û çend deverên din ên Xuzistanê xwepêşandanan dewam kir.

Hêzên rêjîmê jî xwestin ku astengiyan derxînin, lê çalakî dom kirin.

Li aliyê din, di hinek dîmenên ku li ser hesabên înternetê hatine belavkirin de, xwepêşandêr dibêjin ku rejîmê li gelek deveran xetên înternet û elektîrîkê birîne.

Her wiha gelek hêz bicîh kirin.

Hat ragihandin ku hêzên rejîmê bi erebeyên zirxî û jimarek zêde li taxên ku xwepêşandan çêdibîn belav bûne, mal bi mal diğerin û kesên tevlî çalakiyan bûne digirin.

Heta niha derbarê kesên ku hatine girtin de zanyariyeke zalel nehatiye belavkirin, lê li gorî hinek çavkaniyan, zêdetirî 700 kesên ku di nava wan de zarok jî hene, hatine girtin.

Bi hezaran Tehranî bi dirûşma “Na ji dîktatoriyê re” daketin qadan

Li paytexta Îran Tehranê îro bi hezaran kes dijî polîtîkayên rejîmê derketin kolanan.

Xwepêşandan liser rêyên sereke yên bi navê Înkilab û Cumhurî yên Tehranê pêkhatin.

Di dîmenên ku li ser hesabên înternetê hatine belavkirin de, gireseyên qelebalix bi dirûşma “Na ji dîktatoriyê re” dimeşin.

Back to top button