Li Efxanistanê di 6 mehên derbasbûyî de kuştina sivîlan derketiye asta herî jor

Neteweyên Yekbûyî ragihand asta hejmara kuştina sivîlan li Efxanistanê di nîvê destpêkê yê vê salê de derketiye asta herî jor.

Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Efganistanê (UNAMA) têkildarî mijarê raporek weşand û tê de destnîşan kir ku ji sala 2009`an ve îsal kuştina sivîlan pir zêde bûye.

Li gorî rapora UNAMA’yê di nîvê destpêkê yê sala 2021’ê de li Efxanistanê hezar û 659 sivîl hatin kuştin, 3 hezar û 254 sivîl jî birîndar bûne.

Li gorî raporê rêjeya mirina sivîlan li gorî sala berê ji sedî 47 ji hejmara nîvê destpêkê yê sala 2020’an zêde bûye.

Di heman demê hat destnîşankirin ku ji sedî 64 komên li dijî hikumetê ji kuştina sivîlan berpirsyar in, ji sedî 25 jî hêzên hikumet ji kuştina sivîlan berpirsyar in.

Back to top button