BI NIVÎS Û DÎMEN BEHSA KUŞTINA KADRÎ BAGDU DIKE

Belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu dema di rewşa awerte de li navçeya Seyhan a Edeneyê dema rojname belav dikir hatibû şehîdkirin. Servet Koç çeteyekî DAIŞ’î ye behsa kuştina Bagdu dike. Di axaftinên çete Koç de hem diyar dibe ku çete çiqas bi rehetî li tirkiyê tev digere, hem jî çawan pilanên xwe yên terorane didin meşandin.

Sala 2014’an belavkarê rojnameya azadiya welat Kadrî Bagdu di dema rewşa awrte de li semta Ova ya Taxa Şakîrpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê bi êrîşeke çetewarî hetibû kuştin.

Ajansa Mezopotamya xwe gihand nivîs û dîmenên li xwe mikurhatina çete.

Parêzerê malbatê Tugay Bek, li gel ku ev nivîs û dîmen dan Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê jî, tu pêşketin di dosyeya lêpirsînê de tuneye.

Servet Koç ê DAIŞ’î di 23’yê Tîrmeha 2016’an de li ser hesabê medya civakê Facebook’ê bi kurê Bagdu Ferhat Bagdu re ket nava têkiliyê.

Servet Koç cînayeta Bagdu û hin cînayetên din ê li Edeneyê pêk anîbûn îtîraf kir.

Koç di 23 û 24’ê Tîrmeha 2016’an de li ser hesabê Facebookê yê kurê Bagdu van tiştan dinavîse:

Tiştên ez ji tere bêjim pir girîngin. Mijar bavê te ye. Sibe saet 2’yan li ser înternetê be.

Ez qatilê bavê te yê sereke dizanim.

Di dema bûyerên Kobanê de, Ekîbeke me hebû, li ser ekîba me Mûrat Bulanik hebû.

Ji Dîlokê ye. Wê şevê lîsteyek amade kir û di serê lîstê de navê bavê te hebû.

Koç di dewama nameya xwe de diya kir ku wan kesek din yê bi navê Yûsûv jî kuşt.

Mûrat Bulanik zavayekî wî hebû ji wî re digotin Mûratê Şekirfiroş.

Wî jî li kîremîthanê kesek kuşt.

Ev hemû bi hevre tevdigeriyan. Kesekê navê wî Cûmalî hebû ji Agiriyê bû. Wî çek anî. Ji xwe Motor jî ya Mûrat bû, lê bi kî bavê te dan kuştin nizanim.

Ger cihê wê çênekiribin, cihê şopa guleyê heye li erdê.

Me hemû karê xwe li mala bavê Mûrat a Bahçeşehîr dikir. Hemû civînên me li wir çêdibûn.

Pişta Mûrat pir saxleme. Hûn bi wî nikarin. Dinava dewletê de zilamên wî hene.

Hîna kesekê bûyera bavê te nebihîstibûn, destpêkê wî ji min re got. Serê sibê saeta heft û nîv bû.

Dewlet dikare her tiştî bibîne ger li qeydên kamerayê yên wê demê mêze bikin, dê hemû tişt li baxçeyê şehir derbikeve holê, hemû tişt di qeydên mobesê de hene.

Servet Koç ê DAIŞ’î, rojek şûnde di 25’ê Tîrmehê de, dîsan ji kurê Bagdu Ferhat Bagdu 3 dîmenan dişîne û derbarê kuştina Bagdu de heman agahî da.

Her wiha Koç, di dîmenan de jî behsa çûyana xwe ya Sûriyeyê dike û wê demê wiha vedibêje:

Me biryar da ku em bi malbatî derbasî Sûriyeyê bibin.

Em hemû derbasî Dîlokê bûn. Ji wir jî çûn Sûriyê.

Piştî perwerdeya 4-5 mehan ez dîsan vegeriyan Tirkiyê.

Leave a Reply

Back to top button