HRE’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şervanê xwe Zinar Efrîn ku li herêma Efrînê şehîd bû, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Rizagariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Zinar Efrîn 25’ê Tîrmehê dema ku li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Hat diyar kirin Zinar Efrîn di têkoşîna li hember dagirkeriyê de heta kêliya dawî cihê xwe di nava şoreşê de girt û bû şervanekî rûmetê.

HRE’ê ji malbata şehîd Zinar û gel re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

  • Nasnav: Zinar Efrîn
  • Nav û Paşnav: Rehman Hisên
  • Navê dayikê: Emîne
  • Navê bav: Elî Hisên
  • Cih û dîroka şehadetê: Herêma Efrîn | 25 Tîrmeh 2021
Back to top button