Li herêma Firatê..ji bo bîranîna şehîd Viyan Amara, bawername li xwendekarên refa 9 hat belav kirin

Di salvegera 8’emîna a şehadeta Viyan Amara, Desteya Perwerdê li herêma Firatê bawername li xwendekarên refa nehan belav kir.

Şehîd Viyan Amara di warê zanistî de, gelek ked û xebat kirin.

Ji bo bîranîna şehîd Viyan Amara di salvegera wê ya 8’emîn de, desteya Perwerdê li herêma Firatê li navenda çand û Hunerê ya Baqî Xido merasîmek lidarxist.

Di merasîma bîranînê de, senevizyonek li ser jiyan û xebatên şehîd Viyan hat pêşandan.

Dawiya merasîmê bawername li xwendekarên refa nehan hat belav kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Viyan Amara bi nasnav Sivîm Kaya ji Bakurê Kurdistanê ye û di 27’ê Tîrmehê de li bajarê Kobanê şehîd bû.

Back to top button