DYA: Dikare pêşî li serkeftina Talîbanê were girtin

Li Efxanistanê, tirs û xeteriya Talîbanê welat xistiye nava tevgerê.
Talîbanê hemû bala xwe daye ser bajarê Qendeharê.
DYA jî Talîban hişyar kir ku ewê êrişên xwe yên hewayî zêde bikin.
NY jî ragihand ku tenê di nava 6 mehên despêka salê de, 1659 sivîl hatine kuştin.

Li Efxanistanê dema vekişîna giştî ya hêzên NATO û DYA ji welat kêm maye.

Bi nêzbûna dema hatî diyarkirin re, Talîbanê êrişên xwe zêde kiriye.

Talîban roj bi roj xwe nêzî bajarê Qendehar dike.

DYA ku ji vê yekê bihêrse li başûrê welat êrişên xwe yên hewayî zêde kiriye.

Qendehar ya weke paytexta ruhî ya Talîbanê tê dîtin, di heman demê de bajarê duyemîn yê herî mezin li Efxanistanê ye.

Ketina bajar ya bin kontrola Talîbanê weke darbeyeke mezin ji bo hikumeta Efxan tê dîtin.

Li gorî Wall Street Journal, DYA di van rojên dawî de li herêmê, li dijî çekdarên Talîban nêzî deh êrişên hewayî pêk anîn.

Hêzên Talîbanê di hefteyên borî de bi deh kîlometreyan rê derbaskirin û ber bi Qendeharê ve pêş ketin.

Di vê pêşketina xwe de, gelek erd li geliyên Panjwai û Arghandab xistin bin destê xwe.

Efxanistan: Li Paktiye 40 çekdarên Talîban hatin kuştin

Wezareta Karên Hundirîn a Efxanistanê jî got,

Di şerê li herêma Paktiye ya rojhilatê welêt de, 40 çekdarên Talîbanê hatine kuştin.

Bi vê yekê re Talîban hewil dide ji 3 aliyan ve, Qandaharê dorpêç bike.

Mckenzie: Ger pêwist bike em ê êrişên xwe yên hewayî zêde bikin

Fermandarê Hêzên Navendî yên DYA’yê Kenneth McKenzie doh têkildarî rewşa dawî ya li Kabulê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Kenneth McKenzie diyar kir ku hêzên wan yên hewayî ji bo piştevaniya bi hikumeta Efxan re, di nava rojên dawiyê de êrişên xwe li dijî Talîbanê zêdetir kirine.

McKenzie got,

Di zêdebûna êrişên Talîbanê de em amade ne piştevaniya xwe dewam bikin.

Austin: Divê leza pêşdeçûna Talîbanê were kêmkirin

Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin roja şemiyê raghandibû ku li cihê hêzên Talîban ketine pey vegerandina herêmên Talîbanê ew kontrol kirî, pêwiste pêşî li leza pêşdeçûna wê bigre.

NY: Di 6 mehên despêka 2021’an de 1659 sivîl hatin kuştin

Li aliyekî din, Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Efganistanê (UNAMA) rapora xwe ya li ser mirina sivîlan a nîv sala destpêkê ya 2021’ê eşkere kir.

Ji sala 2009’an dema destpêkirina komkirina daneyan û vir ve herî zêde di nîv sala îsal de sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rapora mîsyonê di nava 6 mehên despêka 2021’ê de 1659 sivîl hatin kuştin, 3254 sivîl jî birîndar bûn.

Di raporê de hatiye gotin, ji sedî 64 komên li dijî hikumetê ji kuştina sivîlan berpirsyarin.

Back to top button