Şêniyên Minbicê êrişên dewleta Tirk bi meşek şermezarkirin

Şêniyên bajarê Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Sûriyê û Iraqê, meşek li dar xist.

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser herêmên Başûrê Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşek li Minbicê organîze kir.

Bi dehan şêniyên bajarê Minbicê tev li meşê bûn.

Meş ji çerxerêya Mîzan dest pê kir, li çerxerêya Meseb veguherî mitîngê û li wir daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk dagirkeriya xwe li herêmên Sûriyê û herêmên bakurê Iraqê berfireh dike û dixwaze projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser têk bibe ji ber ku ew projeya rizgarkirina tevahî gelên Rojhilata Navîn e.

Di dawiyê de hate gotin ew ê li hember êrişên dijmin bê bersiv nemînin û bi hêzên leşkerî re bisekinin da ku parastina şêniyan bikin.

Back to top button