Zeyneb Murad: Heya niha PDK’ê bersivek ne daye daxwaza me ya hevdîtinê

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê de diyar kir divê hemû hêz û partiyên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê bibin xwedî helwest.
Zeyneb Mûrad da zanîn di encama serdanên wan yên ji bo partiyên Başûr de hat dîtin ku binegehek pêkanîna yekîtiya netewî heye û got, “Lê PDK bersiva me nade.”

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê Zeyneb Murad li bajarê Hewlêrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê encamên serdanên wan yên ji bo partî, aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re ragihand.

Zeyneb Murad da zanîn ku di encama serdanên wan de derketiye holê ku zemînek ji bo yekîtî û pêkanîna yekîtiya netewî heye û got:

“Em di wê baweriyê dene, bi berxwedanek netewî, piştgiriya dost û azadîxwazan, em dikarin hewldanên êriş û dagirkeriyê bişkînin.”

Zeyneb Murad balkêşa ser helwesta PDK’ê ya li hemberî yekîtiya netewî û diyar kir ku heya niha jî ji bo civînek bi me re, PDK’ê bersiv nedaye.

Zeyneb Murad: Divê gel li dijî şerê navxweyî zextê li aliyên siyasî bike

Hevseroka KNK’ê diyar kir ku ji bo ku Kurd ji vê rewşa hestyar û metirsîdar derbikevin, nava du mehan li Başûr ji bo ku yek dengiyek derbikeve, wan xebat kir.

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistan KNK’ê Zeyneb Murad bang li partiyên siyasî kir ku li hemberî êriş û dagirkeriyê xwedî helwest bin.

Her wiha bang li hemû xelkê Kurdistanê kir, bi taybet jin, ciwan û azadîxwazan ji bo ku partiyên siyasî ji şerê navxweyî dûr bikevin û rê li dagirkeriya dewleta Tirk bigirin, zextê li aliyên siyasî bikin.

Back to top button