Tûnis..Li pêşiya parlementoya Tûnisê şer derket

Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd, Serokwezîr El Meşîşî ji erk girt.
Rayeyên meclisê hatin cemidandin û destnedana parlementeran jî hate rakirin.
Serokê partiya El Nahda ya Ixwana mislimîn Xennûşî jî ev yek weke darbe binav kir.
Di vê navberê de li dijî alîgirên partiya el Nahda ya ixwanî, bi sedan alîgirê Saîd li ber parlamentoyê kom bûn.
Li pêş parlamenê di navbera aliyan de şer derket.

Piştî rojekê ya sînordarkirina parlementoyê û ji kargirtina serokweezîr û şûnde, li ber derê parlementoyê şer qewimî.

Serokomar Qeys Seîd piştî xwepêşandanên nava rojê ya Yekşemê pêk hatin û şûnde di saetên şevê de xebatên parlementoyê ji bo 30 rojan da rawestandin.

Di demekê de ku helwestên gel ên li hemberî hikumetê di astekî jor de bû, Seîd serokwezîr Hîşem Meşîşî ji erkê girt.

Xwepêşandanên gel yên li welat ji bo bi awayekî baş nerêvebirina krîzên civakî û tenduristî ye.

Serokomarê hikumeta nû wê serokwezîrekê bi xwe hilbijêre û bi hev re kar bikin.

Bi sedan alîgirên Saîd ên li ber parlementoyê kom bûne, rê nedan ku alîgirên El Nahda û heman demê serokê parlementoyê Reşîd Gannûşî nêzî parlementoyê bibe.

Di navbera aliyan de bi şîşe û daran şer derket.

Hêzên leşkerî jî rê nadin ku Gunnûşî bikeve parlementoyê.

El Nahda (Ji nû ve vejîn) tedbîrên Serokkomar girtîn weke ‘li dijî şoreş û destûra bingehîn darbe ye’ pênase kir.

Back to top button