LI TIRKIYÊ ENCAMA HILBIJARTINA HERÊMÎ AKP’Ê LI WANÊ DEK Û DOLABAN DIGERÎNE

Ev 9 roje hilbijartina herêmî pêk hatiye. Lê heta niha jî encama wê fermî eşkere ne bûye. Piştî hilbijartina Herêmî pêk hat jî, AKP’ê dek û dolabên xwe renewastandin. Ji dubarekirina jimartina dengan bigire heta dubarekirina hilbijartinê AKP û serokê wê Erdogan encama hilbijartinê qebûl nake. Heta niha jî mazbatayên hevşaredarên HDP’î yên gelek bajar û navçeyên wê nehatine dayin. Ev yek jî weke hewldanek ji bo nixumandina karên ne li rê, her wiha amadekariya hîleyeke nû tê dîtin.

Di ser hibijartinê re zêdeyî hefteyek derbas bû, lê heta niha encamên dawî nehatine eşkerekirin.

Li cihên ku encam derketin û HDP’ê lê bi ser ketiye, qeyûmên AKP’ê ê mazbatên hevşaredariyê nadin namzetên HDP’ê .

Li Wanê heta niha jî mazbatayên hevşaredarên HDP’î yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û navçeyên wê nehatine dayin.

Ev yek jî weke hewldanek ji bo nixumandina karên ne li rê ya jî amadekariya hîleyeke nû tê dîtin.

Li Erdîşê jî jimartina dengan hîn didome. Ev yek nîşan dide ku AKP dek û dolaban digerîne.

OZGOKÇE: NEDAYÎNA MAZBATAN RÊ LI BER TEVLÎHEVIYÊ VEDIKE

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê û hevşaredarên 3 navçeyan ji bo mazbatayên xwe werbigirin serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr dan.

Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe got nedana mazbatayan rê li ber tevlîheviyê vedike.

QEYÛMÊ ŞEMREXÊ ŞEKIR Û ÇAYÊ JI ŞAREDARIYÊ BIR

Namzetên Hevşaredariya Şemrexê ya HDP’ê ku mazbata xwe girtin û duh bi gel re ketin avahiya şaredariyê, rastî talana qeyûmê hatin.

Heta çay û şekirê di şaredariyan de jî ji aliyê qeyoman ve hatine birin.

QEYÛMÊ CIZÎRÊ AVAHIYA ŞAREDARIYÊ DEWRÎ XWE KIR!

Cizîrê jî balkeşiyek din hebû.

Hevşaredarên HDP’ê yên Cizîrê dema ku çûn avahiya şaredariyê hîn bûn ku qeyûman şaredarî dewrî Qeymeqamiyê kiriye.

MAZBATÊN HEVŞAREDARÊN AMEDÊ YÊN HDP’Î NEDAN WAN

Hevşaredarên HDP’î yên Bajarê Mezin û 4 navçeyên navendî yên Amedê ji bo mazbata bistînin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Amedê dan.

Lê Lijneya Bajar mazbata nedan şaredaran.

Beriya serlêdanê polîsan avahiya HDP’ê ya Amedê dorpêç kirin.

HDP, HDK, DBP Û KCD’Ê LI AMEDÊ KOM BÛN

Hevserok û berdevkên HDP’ê, HDK’ê , DBP’ê, KCD û siyasetmedarên Kurd, ji bo nirxandina encamên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê, tecrîda li ser Rêber Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê, li Amedê kom bûn.

Leave a Reply

Back to top button