Kampa El-Mehmûdlî a Tebqa ..190 konên nû ji bo koçberan hatin vedan

Rêveberiya kampa El-Mehmûdlî bi hevkariya Komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Sivîl ya Demokratîk a Tebqayê, kampa fireh kirin û 190 malbatên din pêşwaz kirin.

Kampa El-Mehmûdlî ku 15 km li bakurê Tebqayê ye, 190 konên nû lê hatin vedan.

Rêveberê kampê Ebdulhadî El-Ebid derbarê mijarê de axivî û got.

“Pêşwazîkirina koçberên kampa Eyn Îsayê bê serûber hate kirin kampek di hundirê stad û baxçeyê El-Mehmûdlî de hate çêkirin.”

Ebdulhadî El-Ebid diyar kir ku wê koçber bi awayekî demkî werin sekinadin ji ber ku wê komîteya karûbarê civakî kampeke nû ava bike da ku hejmareke zêde ji koçberan pêşwazî bike.

Di 13’ê Cotmeha 2019`an de gelek malbatên koçber ên di kampa Eyn Îsayê ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê koçberî kampa El-Mehmûdlî a Tebqayê bûn.

Back to top button