Balafirên şer yên Rûs deverên çeteyan yên Idlib û Laziqiyê bombebaran kirin

Li Idlib û Laziqiyê, balafirên Şer yên Rûsyayê deverên çeteyên dewleta Tirk bompebaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Balafirên şer yên Rûsyayê êrîşî deverên El-Bara û Kensefra yên li ciyayê Zawiyê yê li Idlibê kirin.

Hat diyar kirin balafirên Rûsyayê zêdeyî 5 êrîş herêma Kebanê yê li ciyayê El-Ekrad yê li Laziqiyê pêk anîn.

Hêzên hikumeta Şamê jî heman dever ya Kebanê topbaran kir.

Li Idlibê depoyekî cebilxaneyê teqiya

vê sibehê li gundê Merata Şelif yê li bakurê Idlibê depoyekî çek û cebilxaneyê teqiya.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku sedema teqînê yan jî depo girêdayî kîjan aliyê leşkerî ye nehat zanîn.

Li aliyekî din, kesên nenas êrişî benda kontrolê a çeteyên “Tehrîr Şam” a li xaçrêya Merit Sirîn a bajarê Idlibê, kir.

Li gorî Çavdêriya Sûriyê di şer de hin çeteyên koma bi navê Tehrîr Şam birîndar bûne.

Back to top button